Jiyan

Kalderaya Nemrûdê bal û dêna geştiyaran dikişîne

Servet Taşdemir  | 02.07.2025 - Rojanekırın : 04.07.2025
Kalderaya Nemrûdê bal û dêna geştiyaran dikişîne

Bitlis

 Kalderaya Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bedlîsê bi gol û tebîeta xwe bal û dêna geştiyaran dikişîne.

Kesên ji kampê hez dikin, geştiyar, tebîethez û wênegir berê xwe didin Kalderaya Nemrûdê.

Geştiyarên tên dîtina Kalderaya Nemrûdê li derdora gola kraterê digerin û di nava tebîetê da derdikevin ger û geştê.

Ji geştiyar Kendal Torenê ji Îzmirê hatiye, diyar kir ku piştî gera li peravên Behra Wanê û îcar berê xwe dane Gola Kraterê ya Nemrûdê.

Kendal Toren got ku tebîeta herêmê pir xweş e, divê her kes were û herêmê bibîne.

Îbrahîm Tariyê ji Mêrdînê hatiye destnîşan kir ku li herêmên Başûr û Rojhilatê Anadoluyê derdikeve ger û geştê û got ku ez li Tetwanê li peravên Behra Wanê geriyam û di pey ra jî hatim dîtina Gola Kraterê ya Nemrûdê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın