Kalê 107 salî tevî zarok û neviyên xwe kêfxweşiya Eyda Qurbanê derbas dike
Li Mûşê Kemal Tureliyê 107 salî tevî 10 zarok û 50 neviyên xwe kêfxweşiya Eyda Qurbanê derbas dike.

Muş
Li Mûşê Kemal Tureliyê 107 salî tevî 10 zarok û 50 neviyên xwe kêfxweşiya Eyda Qurbanê derbas dike.
Tureliyê li gundê Donatimê (Tîrkevank) ku 5 kîlomêtro dûrî Mûşê ye dijî di roja sêyemîn da tevî zarok û neviyên xwe yên hatin serdana wî Eyda Qurbanê derbas dike.
Kemal Tureliyê bi malbata xwe ya qerebalix ra eydê derbas dike destnîşan kir ku ji ber dîtina zarok, nevî û bûkên xwe kêfxweş dibe.
Turelî diyar kir xamina wî Naîle Turelî ku 67 sal bi hev ra jiyane 2 sal berê wefat kiriye û got ku piştî mirina xanima min ez li cem zarokên xwe dimînim, zarok baş li min dinihêrin lê tu kes ciyê xanima meriv nagire.
Cevdet Tureliyê (50) kurê Kemal Turelî diyar kir ku 10 zarok û 50 neviyên bavê wî hene û got ku îro jî ji bona eydê hatine cem hev.
Turelî destnîşan kir dema bavê wî tê dinyayê di nifûsê da navê wî wek 'Fatma' hatiye qeydkirin û wiha got: "Loma jî eskerî nekiriye. Ji ber ku eskeriya xwe nekiriye dereng zewiciye. Ji bona eskeriyê serî lê xistiye û ji ber ku emrê wî mezin bûye hilnedane eskeriyê. Bavê min dikare li xwe mêze bike. Derdikeve di baxçe digere û siheta wî baş e. Piştî mirina dêya min di xeberdana wî da parî pirsgirêk heye. Wexta zarok û neviyên wî di eydê da tên serdana wî kêfxweş dibe."
Ji gundiyan Mehmetcan Umut jî diyar kir ku di gund da yê herî kal e gund3i di eydê da tên serdana Kemal Turelî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.