Jiyan

Jinên Rihayî hêza xwe kirin yek û wê tehmên tescîlkirî bişînin Ewropayê

Yasin Dikme  | 16.10.2021 - Rojanekırın : 17.10.2021
Jinên Rihayî hêza xwe kirin yek û wê tehmên tescîlkirî bişînin Ewropayê

Şanlıurfa

 Li Şanliurfayê jinên dezavantaj û jinên ku pîşeyên wan cuda ne, gihîştin hev û koperatîfek ava kir. Berên tescîlkirî yên ku li koperatîfê tên çêkirin û amadekirin, wê sifreyên Ewropyê bixemilînin.

Li bajêr nêzî 8 meh berê bi piştgiriya Lijneya Miteşebisên Jin ên TOBBê, Şirketa Anonîm a Xurtkirina Turîzmê ya Şanliurfayê û Şaredariya Eyubiyeyê 21 jinên ku mensûbên pîşeyên cuda ne, hatin bal hev û Koperatîfa Hilberîn û Karxaneyê ya Teşebisa Jinên Urfa Agroyê ava kir.

Jinan ji Bernameya Piştgiriyê ya Koperatşfan a Wezareta Bazirganiyê (KOOP-DES) piştgiriya makîne û ekîpmanan hilda û li Teknokenta Şanliurfayê mitfaqeke endustriyel kirê kir û tê da berên bajêr yên tescîlkirî yên wekî kehke, kifteya ku goştê dikeve navê, îsot, dimsê îsotan, bîber û bacanên hişkirî çêdikin.

Jinan di demeke kin da ev berên xwe şandin gelek bajarên nav welêt û li ser daxwazan xwe amade dikin ku derkevin bazara Ewropayê jî.

Seroka Koperatîfa Hilberîn û Karxaneyê ya Teşebisa Jinên Urfa Agroyê Asuman Yazmaciyê ji nûçegihanê AAyê ra got, ji bo ku berên tescîlkirî yên bajêr li cihekî paqijtir û siruştîtir werin çêkirin û ji xerîdaran ra were pêşkêşkirin, ew hatin bal hev.

Yamaciyê wiha xeberda, "Me koperatîf bi 21 jinan va ava kir. Di nav me da 10 jinên dezavantaj ku hinek jê Sûriyeyî ne jî hene. Em carinan vê jimarê derdixin 20î jî. Em ê berên xwe bişînin Ewropayê jî."

Endezyara xidayê û endama koperatîfê Asli Melekê jî got ku her çend saziya wan nû ava bibe jî berên wan pir eleqeyê dibînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.