Jiyan

Jinên Batmanî li fêrgehên ku zarokên wan lê perwerdeyê dibînin hînê xwendin û nivîsandinê dibin

Şahin Seçen  | 05.07.2025 - Rojanekırın : 15.07.2025
Jinên Batmanî li fêrgehên ku zarokên wan lê perwerdeyê dibînin hînê xwendin û nivîsandinê dibin

Batman

 Li Batmanê 13 jin di betlaneya havînê da di kursa ku li dibistana zarokên wan hat vekirin hînê xwendin û nivîsandinê dibin.

Di kursa "Xwendin û Nivîsandinê ya Qedemeya 1emîn a Mezinan" a ku li Dibistana Çamlitepe 2yê ji hêla Midûriya Perwerdeya Gel a Batmnê va hat vekirin da 13 jin perwerdeyê dibînin.

Di kursê da digel xwendin û nivîsandinê da digel xwendin û nivîsandinê di asta bingehîn da dersê Tirkî û matematîkê didin jinan.

Jin kêfxweş in ku di kursa ku hefteyê 5 rojan heye di fêrgehên ku xwendekarên wan lê perwerdeyê dibînin hînê xwendin û nivîsandinê dibin.

- "Em ji wan ra deriyê jiyanê vedikin"

Mamoste Sumeyye Ozgera ku hîndekariya kursê dike daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku kursiyer daxwaza ya xwe xwendîn û nivîsandinê bi cî tînin.

Ozgerê got ku tenê herf û jimaran hînê jinan nakin û wiha axivî:

"Em ji wan ra deriyê jiyanê vedikin. Êdî dikarin navê xwe binivîsin, îmzeyê biavêjin. Me bi kursiyeran ra peywendiyeke xurt danî. Carna kelecana cara ewil nivîsandina navê xwe hîs dikin carîna jî ji ber xwendina tabelayekî kêfxweş dibin."

Ozgerê got ku "Di sireyên ku seranserê heyamekî xwendekarên me lê ders dîtin niha dayikên xwendekarên me rûdinin. Ev ji bo wan kêfxweşiyeke gelekî cuda ye"

- "Emrê xwendinê tune bila her kes hînê xwendinê be"

Rakiye Çetînkayaya 37 salî ya ku dayika 6 zarokan e û yek ji kursiyeran e got ku bi saya kursê êdî dikare bixwîne û binivîse.

Çetînkayayê got ku di saet 08.00ê da tê kursê û heta nîvro saet 13.00an perwerdeyê dibîne û axaftina xwe wiha domand:

"Ez piştî mektebê karê xwe yê li malê dikim. Min qet nexwend. Nû hînê xwendin û nivîsandinê bûm. Emrê xwendinê tune, bila her kes hînê xwendin û nivîsandinê bibe. Xwendin û nivîsandin girîng e."

Kursiyer Elîf Çetînkayaya 51 salî ya ku dayika 6 zarokan e jî qal kir ji ber ku hînê xwendin û nivîsandinê bû kêfweş e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.