Jineke karsaz ji Hekariyê bi piştgiriya dewletê hejmara gamêşên xwe derxist 20an
Hakkari
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê, Elîf Kocaya 37 salî, ku 8 sal berê dest bi ajeldariyê kir, bi piştgiriya dewletê hejmara gamêşên xwe derxist 20an.
Kocaya ku bi hevjîn û 3 zarokên xwe ra li gundê Gurdereyê dijî, biryar da ku ji bo peydakirina dahatê û dabînkirina pêdiviyên şîr û penêrê malbata xwe, ajeldariyê bike.
Di vê çarçoveyê da sala 2018an wê serî li "Projeya Xwedîkirina Gamêşan" da ku ji hêla Rêveberiya Taybet a Parêzgehê va li herêmê tê meşandin û bi 5 gamêşan piştgirî wergirt.
Karsaza ku 8 sal in li gundê xwe ajelan xwedî dike, hejmara gamêşên xwe gihand 20an.
Tevî şert û mercên hewayê yên dijwar di mehên zivistanê da, Koca di xwedîkirina heywanên xwe da kêmasiyê nake û bi veguherandina şîrê ku ji hilberînê bi dest dixe bo mast û penêr, beşdarî aboriya malbata xwe dibe.
Kocayê ji nûçegihanê AAyê ra got ku bi saya piştgiriya dewletê ew bûye xwedî ajel.
Kocayê diyar kir ku ew bi karê xwe, îlhamê dide jinên li dora xwe û wiha got, "Projeya min hat qebûlkirin û 5 gamêş dan min. Niha min hejmara wan zêde kiriye. Ez ji vî karî pir hez dikim. Ez vî karî pêşniyarî hemî jinan dikim. Xwedîkirina gamêşan karekî pir bi qezenc e. Hem şîr, hem mast û penêrê wan pir baş e. Em sibehê ji malê derdikevin û tên tewleyê. Pêşiyê ez tewleyê paqij dikim û ajelan av didim. Piştra ez wan didoşim. Şîrê ku em digirin, dikin mast, to û penêr. Ez bi firotina mast, penêr û şîr beşdarî debara malbata xwe dibim."
Kocayê ji bo piştgiriyê spasiya rayedaran kir û got, "Ez vî karî pêşniyarî hemî jinan dikim. Hikûmeta me her cûre piştgiriyê dide. Havînê xwedîkirina gamêşan hêsantir e. Ew havînê diçêrin. Zivistanê ew her tim di tewleyê da ne û lênêrîna wan zehmettir dibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
