Jina Bidlisî bi 30 kewaran dest bi mêşvaniyê kir, niha salane 4 ton hingiv radike
Sunay Tokuşa dayika 4 zarokan a ku ji bo piştgiriya aboriya malbatê 8 sal berê niha bi 30 kewarên ji dewletê hilda dest bi mêşvaniyê kir karê xwe pêş xist û jimara kewaran derxist 300î

Bitlis
Sunay Tokuşa dayika 4 zarokan a ku ji bo piştgiriya aboriya malbatê 8 sal berê niha bi 30 kewarên ji dewletê hilda dest bi mêşvaniyê kir karê xwe pêş xist û jimara kewaran derxist 300î û hilberîna hingiv jî salane derxist 4 tonî.
Tokuşa 39 salî ya ku li gundê Cumhuriyeta li ser navenda bajêr dijî û 18 sal berê zewicî ji bo ku hem piştgiriyê bide aboriya malbatê hem jî mêşvaniya ku di zarokatiya xwe da ji bavê xwe hîn bû bike serî li Projeya Cotkarên Ciwan a Wezareta Çandinî û Daristanê da.
Tokuşê bi 30 kewarên ku di çarçoveya projeyê da hatin dayîn dest bi mêşvaniyê kir û paşê di demeke kurt da karê xwe pêş xist ê jimara kewarên xwe jî derxist 300î.
Tokuşa ku li zozanên Bidlîsê yên hênik û xwedî florayeke dewlemend salane bi qasî 4 ton hingiv radike li ser siparîşê berhemên xwe dişîne gelek bajaran jî.
Tokuş dixwaze ku bi piştgiriya malbata xwe va karê xwe hê mezintir bike, serî li Midûriya Çandinî û Daristanê bide û jimara kewaran derxîne 500î û salane 7 ton hingiv rake.
Tokuşê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di sala 2017an da serî li Projeya Cotkarên Ciwan a Wezareta Çandinî û Daristanî da û serlêdana wê hat qebûlkirin.
Tokuşê diyar kir piştî ku piştgiriya kewarên bimêş hilda dest bi mêşvaniyê kir û got ku "Me dest bi hilberîna hingiv kir. Min jimara kewarên xwe ji 30yî derxist 300î. Li zozanên 2 hezar û 500 raqimê wan heye hingiv radikim. Ez wek jineke mêşvan pêşniyazî her kesê dikim, ez bi ser ketim jinên din jî dikarin bi ser bikevin. Armanca min ew e ku jimara kewarên xwe derxînim 500î û salane 7 ton hingiv rakim."
Tokuşê diyar kir ku li kewar û mêşên xwe yên ku biharê datîne zozanan dinihêre û da zanîn ku li zozanên bilind pişt 20ê tebaxê dest bi rakirina hingiv dikin.
Tokuşê diyar kir ji bo ku bilin herêmên germ kontrolên dawîn ên mêş û kewarên xwe dike û got ku "Em ê ji niha pê va biçin herêmên germ. Hingivê li zozanên Bidlîsê tê rakirin bi kalîte ye. Zarokatiya min li ba bavê min bi xwedîkirina mêşan derbas bû. Bavê min 40 sal e vî karî dike. Min jî ji bo pişgiriya malbata xwe got ku ez dikarim vî karî bikim û bi qebûlkirina serlêdanê min dest bi mêşvaniyê kir."