Jiyan

Ji Îzmirê hatin Wanê û hingivê xwe bi destê xwe derxistin

Ji Îzmirê komeke ji 40 kesî pêk tê hat Wanê û cil û bergên mêşvanan li xwe kirin û ji petekan hingiv derxistin

Abdullah Tel  | 04.10.2019 - Rojanekırın : 10.10.2019
Ji Îzmirê hatin Wanê û hingivê xwe bi destê xwe derxistin

Van

Komeke gerok a ji 40 kesî pêk dihat bo dîtina xweşikayî, cih û warên dîrokî yên Wanê ji Îzmirê hatin.

Qefleya turîstan di dema gerê da ji xwe ra hingiv jî kirin û bi destê xwe hingivê xwe ji kewarê derxistin.

Turîstên xwecî yên ku şirketeke gerê ew anîn bajêr, ji bo bîranîneke xweş derbasî cihê petekên hingiv lê ne bûn.

Mêvanên ji Îzmirê hatibûn Wanê cil û bergên mêşvanan li xwe kirin û hingivê sitendibûn jî bi xwe ji şaneyan derxistin.

Koma turîstan ewilî hatin mala Omer Akbulak ê mêşvaniyê dike û hingiv difiroşe. Akbulak mêvanên xwe ezimand, çay îkram kir û paşê jî ew birin nav kewaran û ji wan ra qala mêşan û çêkirina hingiv kir.

Kesên di nav komê da ku derxistina hingiv meraq dikirin jî cil û bergên mêşvanan li xwe kirin û ji kewaran hingiv bi xwe derxistin. Endamên komê hingivê ku derxistin jî kirîn.

Li ser navê komê Tulîn Yagciyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev kelecan bîranîneke pir xweş e û wiha pê da çû: "Wan cihekî pir paqij e. Derxistina hingiv ji min ra pir ecêb hat. Min hingivê xwe bi destê xwe derxist, ev tiştekî pir xweş e. Berê min tiştekî wiha nekiribû."

Gulsen Salmanê jî destnîşan kir ku ew ji rêyeke dûr hatin Wanê û baş bû ku ev rêwîtî kirin û wiha domand: "Ji bo derxistina hingiv em cilên taybet li xwe dikin û xwe di talûkê da nabînin. Em ê vî hingivî bibin mala xwe bi kêfa xwe bixwin."

Operatorê Turê Engîn Pîşkîn jî ragihand ku tevlî Akbulak ew 5 sal e vî karî dikin û jê gelek jî razî ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın