Jiyan

Ji zozanan dagera dûr û dirêj ya koçeran

Koçerên ku havînê ji bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bona heywanên xwe biçêrînin tên zozanên li Wanê piştî serma çêbû dest bi dagera ji zozanan kirin.

Nihat Kavşut  | 05.10.2019 - Rojanekırın : 08.10.2019
Ji zozanan dagera dûr û dirêj ya koçeran

Van

Koçerên ku havînê ji bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bona heywanên xwe biçêrînin tên zozanên li Wanê piştî serma çêbû dest bi dagera ji zozanan kirin.

Ji zozanan dagera dûr û dirêj ya koçeran

Koçerên ku havînê ji bajarên Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji bona heywanên xwe biçêrînin tên zozanên li Wanê piştî serma çêbû dest bi dagera ji zozanan kirin.Koçerên ku li zozanên Wanê havînê heywanên xwe çêrandin piştî ku serma ket kon û çadirên xwe kom kirin û tevî keriyên xwe dest bi dagera ji zozanan kirin.Dagera koçeran bi mehan didome û koçer bi şev koça xwe datînin û digel zor û zehmetiyê ji zozanan dadigerin.Koçer di dema dagerê da heywanên xwe diçêrînin û bi panelên tavê jî hewcedariya xwe bi ceyranê pêk tînin. ( Özkan Bilgin - Anadolu Agency )

Koçerên ku li zozanên Wanê havînê heywanên xwe çêrandin piştî ku serma ket kon û çadirên xwe kom kirin û tevî keriyên xwe dest bi dagera ji zozanan kirin.

Dagera koçeran bi mehan didome û koçer bi şev koça xwe datînin û digel zor û zehmetiyê ji zozanan dadigerin.

Koçer di dema dagerê da heywanên xwe diçêrînin û bi panelên tavê jî hewcedariya xwe bi ceyranê pêk tînin.

- "Piraniya heyata me li zozanan derbas dibe"

Ji koçeran Bahrî Taş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir her sal havînê ji bona heywanên xwe biçêrînin ji Nisêbîna navçeya Mêrdînê tên zozanên li Gurpinar û Başqeleya navçeyên Wanê.

Ji zozanan dagera dûr û dirêj ya koçeran

Taş diyar kir heyata wan li zozanan derbas dibe û wiha axivî: "Em li zozanên li Wanê 3 meh dimînin û peyra vedigerin Mêrdînê. Her sal em wiha dikin. Herî zêde şert û mercên hewayê û vegirtin û rakirina kon û çadiran zora me dibe. Em bi şev û bi roj li ser rê ne û di nav talûkeyê da ne. Carna ber û bereket zêde ye û carna jî bi dilê me nîne. Îsal xweş derbas bû. Qederê hezar pezê me hene û 15 roj e em bi rê da ne. Em pezê xwe diçêrînin û diçin û em dixwazin di nav 3 mehan da bigihîjin Mêrdînê."

- Barê giran li ser pişta jinan e

Ji koçeran Rabîa Bulutê diyar kir ji zozanên Başqeleyê diçin Midyada navçeya Mêrdînê û got ku rêwîtî û dagere me dûr û dirêj e.

Bulutê destnîşan kir heyateke zor û zehmet derbas dikin û wiha peyivî: "Em diçin ku derê çadirên xwe datînin û peyra cardin radikin. Em li ser kuçikan xwarina xwe çêdikin. Li ber me rêwitiyeke ku wê 2 meh berxwe dide heye. Em ê herin Midyada navçeya Mêrdînê. Em ê li wir cardin derkevin zozanan û çadirên xwe daynin. Li zozanan em heywanên xwe didoşin û nan lêdixin. Wexta hewa xweş nebe em ji heywanên xwe ra ciyên ku tê da bihewin çêdikin. Tevî zozanan em 4 meh e bi rê da ne. Em ê 6 meh li Midyadê bimînin û cardin werin van deran."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın