Xwendekarên Beşa Berpirsyariya Civakî ya Fakulteya Dermanfiroşiyê ya Zanîngeha Îstanbulê (ZI) betanî û cil û bergên ku li Îstanbûlê bi projeya "Wan dicemide em wê dipêçin" berhev kiribûn, gihandin malbatên xîzan yên Wanê.
Xwendekar di çarçoveya projeyê de hatin Wanê û amûrên arîkariyê yên ku bi xwe re anîbûn belavî malbatan kirin.
Nûnera xwendekaran Esra Yilmazê daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku wek beşa fakulteyê bi navê " Wan dicemide em wê dipêçin" projeyek amade kirin.
Yilmaz wiha axivî: "Em li Stenbolê dicemidin lê malbatên li Wanê ji me bêtir dicemidin. Ji ber vê yekê me projeyek amade kir. Em wisa fikirîn ku hewaya Wanê sartir û dijwartir e, kesên hewcedar ji me bêtir dicemidin. Me projeya xwe li ser çapemeniya civakî ragihand. Bi vî awayî ji derveyî Stenbolê heta ji derveyê welêt jî arîkarî hatin. Hin kesan ji Almanyayê telefon kirin û gotin ku "em çawa dikarin eşyayan bişînin ji we re?" Di demeke kurt de gelek tişt şandin ew navnîşanên ku me dabûn. Em jî hatîn Wanê û me ev arîkarî gihandin hewcedaran. Projeya me dê berdewam bike. Di belavkirinê de Midûriya Tendurustiya Bajêr gelekî arîkariya me kir. Em spasiya wan dikin."
Midûrê Tenduristiya Bajêr Dr. Bîlal Acar beşdarî belavkirinê bû û diyar kir ku arîkariyên ku xwendekaran anîn bajêr bi beşdariya midur û tîmên ÛMKEyê gihandin malbatên hewcedar. Acar diyar kir ku dê ji bo pirsgirêkên tenduristiyê yên malbatan jî çareseriyê bibînin.