Ekrem Payan
27 Nîsan 2025•Rojanekirin: 28 Nîsan 2025
Walîtiya Şirnexê hişyarî da ku li hemberî taviya ji bo navçeyên Beytuşebab û Uludereyê tê pêşbînîkirin, divê mirov baldar be.
Di parvekirina li ser hesabê walîtiyê yê medyaya civakî da hat ragihandin ku tê texmînkirin ji saet 15.00an û pê va li navçeyên Beytuşebab û Uludereyê taviya bi birqetav dê were.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Li hemberî rewşên wekî lehî, birûsk û astengiyên di veguhestinê da divê mirov baldar û bi tedbîr be."