Ji Walîtiya Şirnexê hişyarya baran û berfê
Şırnak
Walîtiya Şirnexê hişyariya barana gur û bo cihên bilind jî hişyariya berfê da.
Di parvekirina walîtiyê ya ji ser hesabê NSosyalê da hat diyarkirin ku li gor agahiyên ji Navenda Hişyarî û Texmînê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriya Herêma 15emîn a Meteorolojiyê ji şeva pêncşemê pê va li navenda bajêr û navçeyan barana gur, li cihên bilind jî berf tê payîn.
Di parvekirinê da hat xwestin ku welatî bila hember xetereya lehî, rabûna avê, hezaz, cemed û qeşa û şepeyê baldar û bi tevdîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
