Ji Şirnexê piştgirî dan Filistînê û Fîloya Sumûdê ya Kurewî

Şırnak
Li Şirnexê ji bo piştgiriya Filistînê û Fîloya Sumûdê ya Kurewî daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Welatî bi pêşengiya Komeleya Hezkiriyên Pêxember li pêşiya Mizgefta Geylanî civiyan û timî tekbîr anîn, dijî Îsraîlê duruşme berz kirin.
Endamê komeleyê Osman Ertaş li ser navê komê daxuyanî da û diyar kir, ew bi rêzdarî silavê didin Fîloya Sumûdê ya Kurewî ku bi piştgiriya 44 welatî zêdetir çûn hewara Xezeyê.
Ertaş bertek nîşanî êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê da û wiha got:
"Em li benda rayedarên welatên ku welatiyên wan di Fîloya Sumûdê da ne da ku bi awayekî eşkere û zelal daxuyaniyên piştgiriyê bidin. Fîloya Sumûdê ya Kurewî teşebiseke alîkariya însanî ya sivîl e. Ewlehiya çalakvanên ku di vê fîloyê da ne, hem berpirsiyariya hiqûqî hem berpirsiyariya exlaqî ya hikûmetan e. Em zarok, jin, kal û pîr û hemû gelê Xezeyê yê birûmet û wêrek silav dikin. Em ji dil û can silavê didin çalakvanên xwedîwijdan ên Fîloya Sumûdê ku seba rûmeta mirovahiyê xwedî li Xezeyê derdikevin û ji bo gîhandina alîkariya însanî li ser behran diçin Xezeyê."
Piştî diakirinê bername kuta bû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.