Ji sedî 62 cureyên civîkên Tirkiyeyê li "bihuşta çivîkan a Rojhilatê" dijîn
Bihûşta Çivîkan a Çemê Erezê ya li Îdirê ji ber xebatên li ser çivîkan tê kirin va her roj feydeyê dide zanista çivîkan.
Iğdır
Bihuşta Çivîkan a Çemê Erezê ya li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye her roj feydeyê dide zanista çivîkan.
Bihuşta Çivîkan a Çemê Erezê li Tuzluyaca navçeya Îdirê li gundê Yukari Çiyrikliyê ye û ji hêla zanista çûkan va li dinyayê cihekî navdar e.
Her demsal li vir xebat tên kirin û der barê çivîkan, cureyên wan û jiyana wan da agahiyên girîng tên bidestxistin.
Komeleya Kuzeydogayê 15 sal e li herêmê xebatan dike û heta niha li ser 301 cure çivîkan xebat meşand.
Hîndekarê Zanîngehên Koç û Utahê Prof. Dr. Çagan Şekercîogluyê serokatiya komeleyê dike ji nûçegihanê AAyê ra behsa bihuşta çivîkan kir û bi saya xebatên wan agahiyên der barê çivîkan da her ku diçe zêde dibin.
- "Ji 300î zêdetir cure çivîk li vir hene"
Şekercîoglu got ew tiştekî wek xeleqê lingê çivîkan dialînin û bi saya vê ew çivîkan qeyd dikin, paşê der barê wan da agahiyan berhev dikin û wiha dewam kir: "301 cure çivîk hatin qeydkirin. Bi saya vê xebatê ji sedî 62yê cure çivîkên Tirkiyeyê li Bihuşta Çivîkan a Erezê hatin qeydkirin. Li ser malpera înternetê ya "eBird"ê ya ku çavdêriya çivîkên dinyayê dike Bihuşta Çivîkan a Çemê Erezê li Tirkiyeyê di rêza ewil a cihê çavdêriya civîkan a germ xuya dike. Yanê cihê germ ê ku herî zêde cureyên cuda ên çivîkan lê heye. Ji 300î zêdetir cure çivîk li vir hene."
- "Em 15 sal e dixebitin"
Şekercîoglu got li Îdirê behr tune lê dîsa jî ev der gihîştiye asteke baş û wiha axivî: "Ji vê hêlê va ew û Sultansazlixa Qeyseriyê ketine reqabetê. Me cureyên kevirger û sumruya bisimbêl jî qeyd kir û bi van va em gihîştin 300-301 cure çivîkan. Wek komeleya Kuzeydogayê em bi hevkariya Zanîngehên Îdirê, Koç û Utahê û Midûriya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê ya Îdirê va ji sala 2006an vir va 15 sal e dixebitin. Em heta niha li ser 120 hezarî zêdetir çivîkan û 301 cureyan hûr bûn û me ew qeyd kirin."
- "Ji sedî 70 cureyên çivîkan ên Tirkiyeyê li Îdirê hatin qeydkirin"
Şekercîoglu behsa av û hewaya Îdirê kir û got wan li Îdirê 336 cure çivîk qeyd kirine û wiha dewam kir: "Îdir li Tirkiyeyê ji vê hêlê va bajarê herî dewlemend e ku ji sedî 70 cureyên çivîkan ên Tirkiyeyê li Îdirê hatin qeydkirin. Li vir behr tune lê bi Çiyayê Agiriyê û Çemê Erezê va ew erdnîgariyeke dewlemend e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.