Ji pîrên ji 100 salî mezintir banga aşiyê

Şırnak
Bennî Bîlîza 109 salî û Rahîm Bîtera 105 salî yên li Şirnexê rûdinên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin û pak bûn. Herdu pêketî jî paşê aşî bûn.
Bîlîza li Taxa Şehrê Nuh rûdinê ya diya 10 zarok û ji 50yî zêdetir neviyê wê hene û Bîtera diya 7 zarok û ji 50yî zêdetir neviyê wê hene li ser hin aciziyan testa PCRyê kirin û testên wan pozîtîf derketin.
Herdu pêketî jî li malê hatin dermankirin û li gel emrê wan ê zêde ji vîrusê xilas bûn û pak bûn.
Bîlîz û Bîter ji bo ku careke dîsa heman tişt neyê serê wan herdu dozên aşiya Kovîd-19ê li xwe xistin.
- "Me gelek feydeya aşiyê dît"
Bennî Bîlîzê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî bi vîrusê ket biryar da ku aşî bibe.
Bîlîzê diyar kir ku ekîbên hatin malê herdu doz aşî lê xistin û wiha got: "Ez pêşniyaz dikim ku bira her kes aşiya xwe bibe. Min gelek tengasî kişandin lê hûn nekişînin."
Alî Haydar Bîlîzê 91 salî yê mêrê Bennî Bîlîzê diyar kir ku testa PCRyê ya herduyan jî pozîtîf derket, bi hev ra ji heqê vîrusê derketin û pak bûn.
Bîlîz got ku di nav 2 hefteyan da gelek tengasî kişandin û wiha pê da çû: "Te digot ji sînga min parçeyan diqetînin. Hetanî neyê serê merivan meriv nizane çi ye. Zarok û neviyên me li me mêze kirin. Şikur ji Xwedê ra em niha baş in. 71 sal e em bi hev ra zewicî ne."
Bîlîz diyar kir ku piştî pêketinê aşiya xwe jî bûn û axaftina xwe wiha domand: "Xwedê meriva mihtacê tu kesî neke. Dewleta me mehaneya kal û pîrbûnê dide me. Xwedê me bê dewlet nehêle."
Bîlîz got bi aşiyê va xwe rihet dibînin û wiha axivî: "Heke aşî nebûye dibe ku em dîsa bi vîrusê biketina. Elhemdulillah em niha baş in. Piştî aşiyê em nexweş neketin. Bira welatê guh bidin doxtoran. Me gelek feydeya aşiyê dît. Beriya pêketinê em aşî bibûna dibe ku qet bi vîrusê neketina jî. Aşî gelekî serkeftî ne. Bira her kes aşî bibe."
- "Li gor min dibê her kes aşî bibe"
Mehmet Bîterê neviyê Rahîm Bîtera ji ber emrê xwe tengasiya axaftinê dikişîne jî got pîrika min di pêvajoya nexweşiyê da gelekî tengasî kişand û 20 rojan li ber xwe da.
Bîter wiha axivî: "Diya min pîrika min xweyî dike. Nikare hewcedariyên xwe bibîne. Ji ber ku bi vîrusê ket jî hişê wê hin tiştan hilnade û dengê merivan baş nabihîze. Piştî nexweşiyê pîrika min aşî bû. Aşî mihefeze dike. Pîrika min 105 salî ye me tesîra wê dît. Ji ber vê dibê her kes aşî bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.