Jiyan

Ji meteorolojiyê bo Diyarbekir û Şanliurfayê hişyariya bayê gur

Aydın Arik  | 11.09.2025 - Rojanekırın : 11.09.2025
Ji meteorolojiyê bo Diyarbekir û Şanliurfayê hişyariya bayê gur

Diyarbakir

Midûriyeta Herêma 15em a Meteorolojiyê ji bo Diyarbekir û Şanliurfayê hişyariya bayê gur da.

Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Herêma Diyarbekirê ya Midûriyeta Herêma 15em a Meteorolojiyê daxuyand ku li gorî nirxandinên dawîn, li navçeyên Diyarbekirê Erxenî, Çermûg û Çunguşê û her wiha li Şanliurfayê ba dê ji hêlên bakur û rojava dem demî gur rabe.

Li hemberî rewşên neyênî yên wekî astengiyên veguhestinê, firîna baniyan, welgerîna dar û dîregan û her wiha rabûna xwelî û xubarê, welatî hatin hişyarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.