Jiyan

Ji kewarên li zozanên Bitlîsê hatin danîn îsal 800 ton hingiv hat derxistin

Ji kewarên mêşan ên li zozanên Hîzana navçeya Bitlîsê hatibûn danîn îsal 800 ton hingivê ku qîmeta prolîna wê zêde ye hat derxistin û li gor daxwazê jî ji welatên Ewropayê û gelek bajarên welêt ra tê şandin.

Abdullah Tel  | 05.12.2020 - Rojanekırın : 06.12.2020
Ji kewarên li zozanên Bitlîsê hatin danîn îsal 800 ton hingiv hat derxistin

Bitlis

Li zozanên Hîzana navçeya Bitlîsê ji kewarên hatibûn danîn îsal 800 ton hingivê ku qiymeta prolîna wî zêde ye hat derxistin û ew hingiv ji hundir û dervayî welêt tê kirîn.

Kewarên mêşan ên ku di mehên biharê da li zozanên navçeyê tên bicîkirin ji ber taybetiya xwe rastî eleqeyê tên.

Îsal ji wan kewarên hatibûn danîn qasî 800 ton hingiv hat derxistin û li hundir û dervayê welêt jî ji bo kirîna hingiv siparîş hatin dayîn.

Kîloya hingivê kewarê di navbera 200 û 350 lîreyî da tê firotin û ji dahata hingiv navçe jî îstifade dike.

- Nirxê prolînê heta 1300î derdikeve

Serokê Yekîtiya Xwediyên Mêşên Hingiv ên Hîzanê Seyîthan Ekîncî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dor û berê Hîzanê ji hêla dar, devî û nebatan va gelek dewlemend e û welatiyên li Hîzanê jî bi firotina hingiv debara xwe dikin.

Ekîncî destnîşan kir ku îsal hingivê ji kewaran tê derxistin û tê firotin li ber temambûnê ye û wiha dewam kir: "Mêşvan wê piştî demekê dîsa kewarên xwe bibin zozanan. Hingivê kewarên Hîzanê li çar aliyê dinyê tê zanîn. Em ji hingivê xwe qismekî difiroşin welatên Ewropayê û qismek jî li welêt difiroşin. Nirxê prolîna divê di hingiv da hebe û Wezareta Çandinî û Daristanê kifş kiriye dora 300î da ye lê ya di hingivê me da ye heta 1300î derdikeve. Ji hêla nebatan va zozanên me gelekî dewlemend in."

Ekîncî destnîşan kir ku li navçeyê 360 kesên ku mêşên hingiv xwedî dikin hene û bi tevahî 110 kewarên hingiv ên navçeyê hene û ji wan jî 80 hezar jî yên ne ji texte ne û bi heriyê dor û berê wan hatiye girtin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Ekîncî diyar kir ku ji her kewarekê di navbera 2 û 8 kîloyan da hingiv derdikeve.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın