Jiyan

Ji kelhenekên li Şanliurfayê di bin parastinê da 45 heb berdan siruştê

Eşber Ayaydın  | 28.06.2025 - Rojanekırın : 29.06.2025
Ji kelhenekên li Şanliurfayê di bin parastinê da 45 heb berdan siruştê

Şanlıurfa

 Ji kelhenekên ku li Bêrecûka navçeya Şanliurfayê di bin parastinê da ne, 45 heb ji bo koç bikin berdan siruştê.

Kelhenekên nesla wan li ber qelînê ye ku ji aliyê gelê herêmê va weke sembola bereketê tên pênasekirin û populasyona wan tenê li Mexribê û li Tirkiyeyê maye, li keviya Rûbarê Feratê, li Wîstgeha Kelhenekan a Bêrecûkê ya ser bi Rêveberiya Herêma 3yemîn a Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî tên parastin.

Ji bo ku guzergeha xwe ya koçê jibîr nekin îsal 45 kelhenek piştî kontrola beytar berdan siruştê. Ji teyrikên ku berdan ser guzergehê, GPS bi du hebên navê "Umut" û "Sila"yê lê kirin va girêdan da ku guzergeha wan ya koçê bê şopandin.

Di merasima berdanê da Wekîlserokê TBMMê û Parlementerê AK Partiyê yê Şanliurfayê Bekir Bozdag, Parlementerên AK Partiyê yên Şanliurfayê Faruk Pinarbaşi, Mehmet Ali Cevherî, Waliyê Şanliurfayê Hasan Şildak, Qaymeqamê Bêrecûkê Mustafa Gurbuz, Rêveberê Herêma 3yemîn a Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî Hakan Mumcuoglu amade bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın