Ji hesinê zêdetirî nîv qirnî ye dikute amûrên çandiniyê çêdike
Li Adiyemanê Mustafa Uyanê ku di salên zaroktiyê da dest bi hesinkariyê kiriye, digel kalbûna xwe alavên wekî das, bivir, tevir û bêran çêdike
Adıyaman
Li Adiyemanê Mustafa Uyanê ku hesinkariyê dike, zêdetirî nîv qirnî ye teşe dide hesin û amûrên çandiniyê çêdike.
Uyanê 70 salî yê li cem apê xwe dest bi hesinkariyê kir, digel extiyariyê pîşeya xwe didomîne.
Uyan sibê zû kuçikê xwe vêdixe, radihêje çakûçê xwe û hesinê sorbûyî dikute û her wiha jê alavên çandiniyê çêdike.
Uyanê hesinkar ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew hesinê xam di agirê gur da sor dike, dikute û teşeyê didê.
Uyan bal kişand ku wî di salên zaroktiyê da dest bi pîşeyê kir û wiha dewam kir, "Em hesin û polayekî bêteşe, vediguherînin tiştekî kêrhatî ku xizmeta gundiyan bike, îja ji vê xweştir çi heye? Ji hesin em pêdiviyên gundiyan ên wekî tevir, bêr, bivir, sator û necaxan çêdikin. Min li cem apê xwe dest bi vî pîşeyê kir."
Uyan diyar kir ku ew evîndarê pîşeyê xwe ye û wiha got, "Heke bêjin tu dîsa werî dinyayê tu yê dîsa bibî hesinkar, ez ê bêjim erê. Ev pîşe bi qasî ku giran e, ewqas jî zewqê dide mirov. Di 1968an da dema ez zarok bûm li vir ez çiraxê avê bûm. Ji wê rojê û vir va ez li ber ocaxê me."
Uyan destnîşan kir ku pîşe li ber teknolojiyê têk çû û wiha pê da çû:
"Em hesinê bi agirê hezar pileyî sorkirî va dikutin û teşe didinê, heger hesin di ocaxê da pir bimîne taybetiya wê namîne, dirize û lewma divê mirov baldar be. Berê me 4-5 kesan bi hev ra hesin dikuta, niha teknolojî û makîne hene, kar sivik bûye lê ked heman ked e. Ciwanên me fena almastê ne, ez jî dixwazim pîşe ji navê neçin lê ciwan xwendinê tercih dikin. Rêza me ji wan ra heye, ew jî paşeroja me ne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
