Jiyan

Ji diya xwe hînî çêkirina sabuna bitimê bû, niha pê debara xwe dike

Tevfîk Olcayê li Eruhê dijî ji diya xwe hînî çêkirina sabuna bitimê bû û niha salê 30 ton sabun çêdike.

Türkan Tosun  | 09.10.2019 - Rojanekırın : 12.10.2019
Ji diya xwe hînî çêkirina sabuna bitimê bû, niha pê debara xwe dike

Siirt

Tevfîk Olcayê li Eruha navçeya Sêrtê dijî ji diya xwe hînî çêkirina sabuna bitimê bû û niha salê 30 ton sabun çêdike.

Olcayê 45 salî li Demircilera mezraya li ser gundê Bîlgîliyê dijî bavê 7 zarokan e.

Olca ji diya xwe hînî çêkirina sabuna bittmê bû û niha debara xwe bi vî karî dike.

Olca bi jina xwe û 3 zarokên xwe va ji daran kizwanê berhev dike û dike sabun.

Ji diya xwe hînî çêkirina sabuna bitimê bû, niha pê debara xwe dike

- "Ez ji diya xwe hîn bûm û min ji xwe ra kire pîşe"

Olca ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew debara xwe bi vî karî dike û wiha behsa çêkirina wê kir: "Em kizwanên hatine hêrandin dixin sitîlan dikelin. Paşê ji bo ku rûnê wê derkeve em xweliyê li ser zêde dikin. Paşê em rûnê wê parzûn dikin û dixin satileke paqij. Li gor mîqtarê em madeyê kostîk dixin ser û qasî 5-6 saetan dikelinin da ku bibe sabun. Em vê dixin qaliban û zîha dikin. Serê tonê qasî hezar û 500 lire dimîne. Ji sê kîlo û nîv kizwanê kîloyek sabun derdikeve. Bihayê sabuna bi qalîte ya bitimê herî kêm 60 lire ye."

Olca got ji dervayê welêt û hundirê welêt gelek siparîş tên, ew bi malbata xwe va sibê heta êvarê dixebite ku sabunê çêbike.

Olca anî ziman heke tesîseke wan a baş hebe ew dikare salê 100 ton sabun, ji bilî sabunê şampuan û kremê jî çêbike û wiha pê da çû: "Armanca min ew e ku di tesîseke baş da ji bitimê şampuan û krema por çêbikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın