Jiyan

Ji darên şengêlan ên tamandî fistiqan berhev dikin

Li Gênca navçeya Bîngolê darên şengêlan ên ku hatin tamandin ji bo gundiyan bû deriyê debarê û ew ji wan daran fistiqan berhev dikin.

Abdullah Tel  | 15.09.2020 - Rojanekırın : 17.09.2020
Ji darên şengêlan ên tamandî fistiqan berhev dikin

Bingöl

 Li Gênca navçeya Bîngolê darên şengêlan ên ku hatin tamandin ji bo gundiyan bû deriyê debarê û ew ji wan daran fistiqan berhev dikin.

Wezareta Çandinî û Daristanê ji bo dahata gundiyên li goman dijîn zêde bibe projeyek dabû destpêkirin û li gundê Serviyê jî ev proje hat sepandin.

Darên şengêlan ên li navçeyê ji bo bibin darên fistiqan hatibûn tamandin û gundiyan îsal berên xwe yên ji daran berhev kirin.

Ji cotkaran Sedat Dînç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 1200 darên şengêlan ên li gund hatin tamandin ji wan daran 800î girt û ji wan jî fistiq hatin berhevkirin.

Dînç destnîşan kir ku familyaya darên şengêl û fistiqê yek e û ji ber vê jî tamandina wan hev digire û wiha pê da çû: "Li gund salê nêzî 8 ton fistiq tê berhevkirin. Ji her darekê bi qasî 10 kîlo ber tê berhevkirin. Mixabin ev kêm e û bi tenê têrî malbatan dike. Lazime darên şengêlan ên li gund bên tamandin, alîkarî bidin cotkaran û şitlên darên fistiqan bên danîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın