Ji bo xwedîkirina heywanên xwe zor û zehmetiyan didin ber çavê xwe
Muş
Li Mûş û Bidlîsa ku pez lê tê xwedîkirin, rêncber havînê birên pezê xwe derdixin zozanan û di zor û zehmetiyên siruştê da heywanên xwe xwedî dikin.
Rêncberên ku pez xwedî dikin, havînan pezê xwe derdixin zozanên ku hewa lê hênik e, ava wan paqij e û çêreya wan xweş e.
Li Mûşê hin malbat her sal tên herêma zozanên Şenê ya ku raqima wê 2 hezar û 500 mêtre ye. Malbat li herêmê di kon û kûlikan da bi derfetên sînordarkirî va jiyana xwe didomînin.
Xwediyên birên pez ji teknolojiyê dûr in û di şert û mercên dijwar da heywanên xwe xwedî dikin. Bi şîrê pezê xwe va jî penêr, mast û rûnê nivîşk çêdikin.
Rêncberên ku li Bidlîsê birên pezê xwe derxistine zozanên quntara Çiyayê Nemrûd, di nava siruştê da, ji derfetên teknolojiyê û jiyana civakî dûr dijîn û bi çêkirina berên şîr ra mijûl in.
Li zozanên ku hizûr û aramî lê hatiye peydakirin, rêncber seranserê havînê heywanên xwe xwedî dikin, bi sermayê ra cardin dadigerin cî û warên xwe.
Rêncberê Mûşî Mîrza Sezgîn ji nûçegihanê AAyê ra got ku heywandarî ji bav û kalên wan ji wan ra maye û ew vî karî li zozanan didomînin.
Sezgîn daxuyand, di salên borî da ji ber bûyerên terorê derketina zozanan hatibû qedexekirin, lê niha li zozanan hizûr û aramî heye. Sezgîn wiha dewam kir, "Em li zozanê heywandariyê dikin, karê me ev e. Em havînê hildigêrin vê zozanê, zivistanê jî ji bo ku germ e, em diçin Batmanê. Jiyana me pir zehmet derbas dibe, lê em mecbûr in."
Mahir Akhanê ku bi salan e li Bidlîsê heywandariyê dike jî got ku divê li herêmê ev fealiyet dewam bikin.
Omer Akhanê ku pişkûriyê bavê xwe ye jî wiha got, "Ez li vê derê alîkariya bavê xwe dikim. Ez pirtûkên xwe jî bi xwe ra tînim. Ez hem dersên xwe dixebitim hem jî li ber pêz im. Em li vê derê penêr, mast û rûnê nivîşk çêdikin. Em zivistanê jî pêz di goman da xwedî dikin."
