Türkan Tosun
08 Adar 2021•Rojanekirin: 09 Adar 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya berfê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be, dem demî berfê bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be û ba ji aliyê başûr û rojava va nerm car carna nîveqewî bê. Li Gola Wanê jî ji rojava û başûrê rojava va di hêza 3 û 5an da bê.
Tê payîn ku di nav rojê da germahiya herî zêde li Wanê 6, li Hekarî û Mûşê 5, li Bidlîsê 4 pile be.
Ji ber xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û hişkiyê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tevdîrên xwe bibînin.