Ji bo Rojhilatê Anadoluyê û Deryaya Reş hişyariya aşît û bahozê
Ankara
Ji bo Rojhilatê Anadoluyê û Rojhilatê Deryaya Reş hişyariya aşît û bahozê, ji bo Trakyayê hişyariya barana gur û ji bo herêmên Rojavayê jî hişyariya ba û bahozê hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, li qadên bilind û hevraz ên bi berfê nixumandî yên li beşên navîn ên Rojhilatê Deryaya Reş digel rojhilat û bakurê Rojhilatê Anadoluyê, heta roja yekşemê destê êvarê xetereya aşîtê heye.
Li hember astengî û pirsgirêkên muhtemel ên di veguhastinê da pêwîst e tedbîr bên girtin.
Li Trakyayê, ji nîvroya sibê heta nîvroya roja pêncşemê li herêma Edîrneyê û rojavayê Kirklareliyê baran û bahozên bihêz ên herêmî tê payîn.
Li deverên navborî, li hember şert û mercên neyînî yên wekî lehiyên ji nişka va, birûsk, teyrokên herêmî û bayên bihêz divê gel baldar be.
Li herêmên Rojavayê, ji sibê piştî nîvro heta roja pêncşemê danê êvar, li deverên hundir, bakur û peravên Egeyê, û herwiha li deverên rojava û başûrê rojavayê herêma Marmarayê, ba û bahozên bihêz têne payîn.
Ji gel hat xwestin ku li hember bûyerên neyînî yên wekî qulibîna dar û stûnan, hilfirîna banan, xetereya jehrîbûna karbonmonoksîtê ji sobe û xaza siruştî, û astengiyên veguhastinê, baldar bin û tedbîran bigirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
