Fatma Sevinç Çetin
18 Sibat 2026•Rojanekirin: 20 Sibat 2026
Ji bo rojhilata welêt hişyariya bager û bahozê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê hat dayîn, îro li rojhilata Anadoluya Navîn, li Nîgde, Aksaray, Nevşehir, Kayserî, Sîvas û Yozgatê, li aliyê navîn ê Behra Reş a Navîn û Rojhilatê, derdora Tokatê û aliyên navîn û bilind ên Samsun, Ordu, Gîresun, Trabzon û Rîzeyê, bakurê Artvînê û bakurê Gumuşhaneyê, başûr û rojavayê Rojhilata Anadoluyê, deverên bilind di serî da li Elezîz, Meletî, Tuncelî, Erzincan, Bîngol, Bidlîs, li başûrê Erziromê, li rojavayê Mûşê, li başûrê Wanê, li Hekarî û Herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê ji aliyê başûr va bager û bahoz tê payîn.
Dibe ku ji ber bager û bahozê di çûyîn û hatinê da tengasî derkeve, banî bifirin, dar welgerin, ji sobe û xaza siruştî jehrketin çêbe. Divê welatî seba van rewşên neyênî baldar û bi tevdîr bin.