Ji bo Rojhilatê Anadoluyê û hin bajaran hişyariya berfê
Ankara
Ji bo rojavayê herêma Rojhilatê Anadoluyê û bajarên wekî Erzirom, Mûş û Bidlîsê hişyariya serma û berfê hat dayîn ku danê êvarê li herêmê berf tê payîn.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê daxuyand, danê êvarê li Meletî, Elezîz, Tuncelî, Erzincan, Bîngol, Erzirom, Mûş, Bidlîs û derdora wê tevî bakurê Adiyemanê berf tê payîn.
Tê texmîn kirin ku li herêmê cih cihan qalindiya berfê (di navbera 10-20 santîmetreyan da be, her wiha li hin deveran derbikeve ser 20 santîmetreyan) zêde be.
Hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û ji bo astengiyên çûnûhatinê bi tedbîr bin.
