Jiyan

Ji bo "Projeya Xaniyan a Sedsalê" serlêdanan dest pê kir

Fatma Sevinç Çetin  | 10.11.2025 - Rojanekırın : 10.11.2025
Ji bo "Projeya Xaniyan a Sedsalê" serlêdanan dest pê kir

Ankara

ANKARA (AA) - Di çarçoveya "Projeya Xaniyan a Sedsalê" ya ku di dîroka Komarê da mezintirîn gaveke ku wê li 81 bajaran 500 hezar xanî bên çêkirin da, serlêdanan dest pê kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin, di vê projeya ku wê li seranserê Tirkiyeyê were bicîanîn da, welatiyên ku dahata wan kêm e wê bikaribin bi şert û mercên erzan bibin xwedî xanî.

Armanca pojeyê ew e ku dabînkirina xaniyan li seranserê Tirkiyeyê zêde bike û bihayên kirêyan jî hevseng bibe.

Proje wê li 81 bajaran alîkariya 500 hezar welatiyan bike ku ew bikaribin bibin xwediyê xanî.

Serlêdanên ji bo projeyê îro dest pê kirin û wê heta 19ê Çileya Pêşîn dewam bikin.

Ji bo ku di serlêdanan da tevlihevî û qerebalix çênebe wekî kampanyayên berê, îsal jî wê pergaleke serlêdanê ya li gorî reqema dawîn a hejmara nasnameya Komara Tirkiyeyê bê bikaranîn.

Di roja yekem a serlêdanê ya îro da welatiyên ku hejmara nasnameyên wan bi "0"ê diqede wê bikaribin serî lê bidin.

Welatiyên ku hejmara nasnameyên wan bi "2"yê diqedin wê bikaribin di 11ê Mijdarê da, yên ku bi "4"ê diqedin di 12ê Mijdarê da, yên bi "6"ê diqedin di 13ê Mijdarê da û yên ku bi "8"ê diqedin jî di 14ê Mijdarê da serlêdanên xwe bikin.

Ev pergal wê di 15ê Mijdarê da bi dawî bibe û paşê serlêdan wê ji bo hemû welatiyan heta 19ê Çileya Pêşîn dewam bikin.

Serlêdan dikarin bi rêya e-Devletê an jî bi rêya şaxên Bankaya Ziraatê, Halk Bankê û Bankaya Emlak Katilimê jî werin kirin.

Serlêdanên li ser e-Devletê di 18ê Çileya Pêşîn da, yên li ser bankayan jî wê di 19yê Çileya Pêşîn da dawî bibin.

Ji bo serlêdanên malbatên şehîdan û kesên ku ji ber teror, şer û xizmetê seqet mane, pereyê serlêdanê wê neyê birîn û ew ê tenê bi rêya şaxan bikaribin serî lê bidin.

Teslîmkirina xaniyan a qisma ewil wê di Adara 2027an da pêk bê.

Xanî wê bi şêwazên 2+1 û 1+1 yên li gorî avahîsaziya berwarî û şiklê kevneşopî werin çêkirin.

Pênc bajarên sereke yên ku wê herî zêde xanî lê bên çêkirin Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bursa û Konya ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın