Abdullah Tel
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Li Sêwereka navçeya Rihayê ekîbên şaredariyê ji bo pisîkên li kuçe û kolanan koxik danîn parkan.
Şaredariya Sêwerekê di çarçoveya projeya civakî da bi armanca ku pisîkên li kuçe û kolanan neqefilin "koxikên pisîkan" danî park û baxçeyên li navçeyê.
Dema baran zêde bibare û ba jî zêde be pisîk wê têkevin wan koxikan û bisitirin.
Alîkarê şaredar Haci Ahmet Oncul daxuyanî da rojnamegeran û got ku wan berê ji bo çivîkan li parkan hêlîn bi cih kiribûn û niha jî ji bo pisîkan koxik danîn.
Oncul ji welatiyan jî xwest ku bila koxikên ji bo pisîkan hatine danîn biparêzin û nehêlin ku kes zirarê bide wan.
Ji şêniyên navçeyê Fatîh Şengul jî ji ber vê projeyê ji rayedaran ra spas kir û got ku zivistan e, sar e û loma tiştekî baş kirine.