Ji bo nava Stenbolê derbaskirina heywanên qurbanê dest pê kir

Istanbul
Di demeke ku ji Eyda Qurbanê ra maye çend roj da, derbaskirina heywanên qurbanê ya bo nava bajarê Stenbolê dest pê kir.
Berî Eyda Qurbanê ya nêzîk bûye, ji îşev û pê va destûr hat dayîn ku heywanên qurbanê derbasî nava Stenbolê bikin.
Li Cihê Kontrola Sewqa Heywanên Sax a Rîvayê ya Otorêya Marmaraya Bakur, ekîbên Midûriyeta Çandiniya Parêzgehê kontrolên sewqa heywanan pêk anîn.
Suat Parildarê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgeha Stenbolê li cihê kontrolê di dema kontrolkirina TIRekê da daxuyanî da mensûbên çapemeniyê.
Parildar bal kişand ku bi minasebeta Eyda Qurbanê bo Stenbolê sewqa heywanan dest pê kir û ew bi xwe jî li gor esasê 7 roj û 24 saetan tevî beytar, personelê teknîkî û hêzên parastinê kontrolên xwe pêk tînin.
Parildar destnîşan kir ku çi li Stenbolê çi li giştiyê Tirkiyeyê hejmara heywanên qurbanê têrê dike û wiha got, "Heywanên ku ji Anadoluyê tên em li 5 îstasyonan miemeleyên wan ên vîze û kontrolê dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.