Jiyan

Ji bo ku ji çivîkên beyanî ra qût dayne her sibeh berfê diavêje

Li Qersê Temel Yigit her sibeh li cihê ku bi bêran berfê diavêje, qut datîne da ku çivîkên beyanî birçî nemînin

Hüseyin Demirci  | 15.01.2026 - Rojanekırın : 15.01.2026
Ji bo ku ji çivîkên beyanî ra qût dayne her sibeh berfê diavêje Hüseyin Demirci

Kars

 Li Sariqamîşa navçeya Qersê ya ku zivistana wê dijwar derbas dibe, Temel Yigitê 65 salî yê karkerê teqawidbûyî, her sibeh berfê diavêje û ji çivîkên beyanî ra qût datîne.

Yigitê teqawidê ji Şaredariya Sariqamîşê ye, 5 sal e hewl dide ku çivîkên beyanî di sir û seqema zivistanê da birçî nemînin.

Yigit zivistanan serê sibehê radihêje bêra xwe, li taxa Îstiqlalê ya lê dijî, cihekî fireh berfa wê diavêje û reş dike û her wiha qûtê di mal da depo kiriye, direşîne vir.

Ev dilrehmiya Yigit ya seba çivîkên beyanî, şêniyên taxê jî kêfxweş dike.

Temel Yigit ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku wî bi fikra, zivistanan çivîkên beyanî nikarin tiştekî xwarê bibînin, dest bi vî karî kir.

Yigit bal kişand ku ew pir kêfxweş e ku qût dide kevokan û wiha dewam kir, "5 sal e ez ji bo van kevokan wextê bêderan genim embar dikim. Em salewextê herî kêm 2 tonî genim distînin. Hin welatî jî ji bo xêra xwe, alîkariyê dikin. Ez bûm dildarê vî karî û vî karî didomînim. Înşelah heta Xwedê taqetê bide em ê bidomînin. Zivistanan ez her sibeh 10-12 kîlo genim didim çivîkan."

Fatih Bazuyê şêniyê taxê jî ji ber karê dike, spasiya Yigit kir û wiha got, "Li vir qût dide gogerçînan, Xwedê jê razî be. Em bi rastî jî ji kekê xwe hez dikin, Xwedê alîkarê wî be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın