Jiyan

Ji bo ku "hedîseya roniyê" temaşe bikin di nimêja sibehê da hatin cem hev

Li Tilloya navçeya Sêrtê 255 sal berê Şêx Îbrahîm Heqî pergaleke roniyê çêkir ku bi saya vê tîrêjên rojê ser qebra xoceyê wî Îsmaîl Fakîrullah ronî dike, ev bûyer bi pabendbûna tedbîrên vîrusa koronayê hat temaşekirin.

Önder Beyter  | 23.09.2020 - Rojanekırın : 02.10.2020
Ji bo ku "hedîseya roniyê" temaşe bikin di nimêja sibehê da hatin cem hev

Siirt

Li Tilloya navçeya Sêrtê 255 sal berê Şêx Îbrahîm Heqî pergaleke roniyê çêkir. Bi saya vê pergala Îbrahîm Heqî tîrêjên rojê ser qebra seydayê wî Îsmaîl Faqîrullah ronî dike ku ev bûyer ji hêla welatiyan va bi baldarî hat temaşekirin.

Çalakiya temaşekirinê bi hevkariya Walîtiya Sêrtê, Qaymeqamtiya Tilloyê û Şaredariya Tilloyê va li meydana navçeyê hat lidarxistin. Di çarçoveya çalakiyê da her wiha tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) jî hatin wergirtin. Lewma jî hejmarek hindik temaşevan hildan qadê û rêgezên maske û mesafeyê hatin cîbicîkirin.

Welatî piştî nimêja sibê hatin li bal hevdu û ji bo ku "hedîseya roniyê" temaşe bikin bi tekbîr û selawatan benda hilatina rojê man.

Roj di saet 06.19an da derket û hedîseya roniyê 5 deqîqeyan dewam kir. Welatiyan li ser ekrana mezin a ku li meydana navçeyê hatiye avakirin temaşe kirin.

Ji bo ku "hedîseya roniyê" temaşe bikin di nimêja sibehê da hatin cem hev

Welatiyan tekbîr û selawat anîn û ev bûyer bi telefonên xwe qeyd kirin. Piştî vê çûn li ser tirbê û dia kirin.

Wekîlê Walî Resul Ozdemir ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ev hedîse hersal di dema ku maweya roj û şevê wekî hev dibe, pêk tê. Ozdemir her wiha bal kişand ku wan îsal ji ber Kovîd-19ê destûr da hejmareke sînorkirî ya temaşevanan ku bûyera roniyê temaşe bikin.

Welatî Samet Firat Soydemir diyar kir ku ji bo temaşekirina hedîseya roniyê, ji Hatayê hatiye.

Soydemir diyar kir ku ew neviyê Îbrahîm Heqiyê Erziromî ye û wiha dewam kir, "Ez ji bo temaşekirina hedîseya roniyê hatim vê derê. Mêvandariyeke zehf baş heye li vê derê. Ez wisa difikirim ku Tillo ciyekî wiha ye ku teqez divê were ziyaretkirin.

Şaredariya Tilloyê çay, şorbe û sîmît îkramî welatiyên li qadê kir.

Alîkarê Walî Selim Erkovan, Qaymeqam Lokman Duzgun, endamên protokolê û welatî beşdarî bernameyê bûn.

Hedîseya roniyê

Şêx Îbrahîm Heqî piştî ku seydayê wî Îsmaîl Faqîrullah di sala 1734an da wefat dike, tirbeyeke ku qulek li teniştê ye çêdike. Li girê ku 2,5 kîlomêtro dûrî turbeyê ye jî ji keviran dîwarekî çêdike.

Di pergalê da her sal di 21ê adarê û 23yê îlonê da tîrêjên rojê ji şibaka ku di dîwêr da heye, li eynika li quleyê dixe, tîrêjên rojê dişkên û ji şibakê şewqa tîrêjan li turbeyê û ji wir jî li kêlikê qebra Îsmaîl Faqîrullah dixin. Di 1960an da pergal di restorasyonê da xera bû û di sala 2011an da bi destê zanyarên ji zanîngehên cur bi cur cardin hat çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.