Ji bo ku bi "Xalê Kemal" ra bi cilûbergên şerîberî wêne bikişînin dikevin dorê

Diyarbakir
Li Diyarbekirê rojane bi sedan kes bi Kemal Tosunê 64 salî ra wêne dikişînin ku wekî "Xalê Kemal" tê naskirin, di govendên gelêrî da pispor e û bi cilûbergên xwe yên şerîberî va jî herkesî hejmetkar dihêle.
Tosun li Bismila navçeya Diyarbekirê li Taxa Işiklarê sala 1957an hat dinyayê û gava zarok bû jî timî şalwar û êlengê ku bavê wî jê ra kirîn li xwe kirin û pûşî da serê xwe. Tosun her wisa gava 12 salî bû jî bi jîriya xwe ya di govendên gelêrî da bala gelê deverê kişand.
Ji ber ku govendeke xweş dileyîst, gelek kesam di dawetên xwe da gazî wî dikir ku were û daweta wan şên bike. Tosun her wisa li navenda bajarê ku 27 sal berê koç kiriye û lê bi cih bûye jî bi şalwar, îşlik, şewqe, eleng, pûşî, fûlar, gustîl û tizbiyên xwe yên celeb celebî bala însanan dikişîne.
Tosun 8 jê kur û 4 jê qîz bavê 12 zarokan e û wextê xwe bi piranî li navçeya Sûrê li ciyên dîrokî derbas dike.
Tosun her wisa medyaya civakî jî diemilîne û wêne û dîmenên xwe yên govendê li ser medyaya civakî parve dike. Bi van yekan va hejmara şopînerên Tosun ji 20 hezarî derbas bû.
Tosunê rengîn bala geştiyarên xwemalî û biyanî yên ku bajêr ziyaret dikin jî dikişîne. Geştiyarên ku çav pê dikevin dixwazin pê ra wêne bikişînin û ew jî wan naşikêne û bi wan ra wêne dikişîne.
Tosun di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ew gava hê zarok bû, kêfa gel bi govend leyîstina wî ra dihat û wiha dewam kir, "Dawetên berê hefteyekê dewam dikirin. Gelek kesî gazî min dikir. Lewma jî ez li mala xwe nedimam, ez ji zarokên xwe dûr dimam."
Tosun axaftina xwe wiha domand:
"Li Diyarbekirê niha jî ez mîna berhemeke dîrokî me. Ez çawa ji erebeyê peya dibim, bi min ra wêne dikişînin. Dikevin dorê. Ez ji wan ra dibêjim 'Ez nawestim, bikevin dorê.' Yên ku dixwazin, ez dilê wan nahêlim û bi wan ra wêne dikişînim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.