Jiyan

Ji bo "Gabî"yê têjika fîlê ya tûpî ya ewil a dinyayê menuya taybet a ji ber Roja Fîlan a Cihanî

Adsız Günebakan  | 12.08.2025 - Rojanekırın : 14.08.2025
Ji bo "Gabî"yê têjika fîlê ya tûpî ya ewil a dinyayê menuya taybet a ji ber Roja Fîlan a Cihanî

Gaziantep

 Li Parqa Jiyana Siruştî ya Gazîentabê, di çarçoveya Roja Fîlan a Cihanî da ji bo "Gabî"yê têjika fîlê ya tûpî ya ewil a dinyayê, ji fêkiyan menuyeke taybet hat amadekirin.

Li Parqa Jiyana Siruştî ya Gazîentabê ku ji hêla mezinbûna qada xwe û cisnên ku vedihewîne va ji parqên herî mezin ên dinyayê ye, fîla 18 salî ya bi navê "Gabî" jî heye ku nesla wê di bin xetereya qelînê da ye.

Gabiyê fîl ê ku li dinyayê cara ewil bi rêbaza têjika tûpî va hat dinyayê, ji 5 saliya xwe û vir va li Parqa Jiyana Siruştî ya Gazîentabê jiyana xwe diborîne.

Ji bo Gabiyê ku ji hêla girsbûna xwe va li parqê eleqeyê dikişîne ser xwe, di çarçoveya Roja Fîlan a Cihanî da ji fêkiyên ku jê hez dike, menuyeke taybet hat amadekirin.

Ziyaretvanên parqê jî bi hejmetkar li fîla ku xwarina xwe xwar, temaşe kirin.

Celal Ozsoylerê Serokê Daîreya Parastina Jiyana Siruştî ya Şaredariya Bajarê Mezin ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew bi baldarî miqateyî heywanên li parqê ne dibin û her wiha destnîşan kir ku Gabî ji fêkî û sebzeyên wekî mûz, ananas, kundir, firingî û îsotan hez dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.