Ji bo Eyda Remezanê çêkirina peqlewaya Entabê ya tescîlkirî du qat zêde bû
Gaziantep
Li Gazîentabê hosteyên peqlewayê beriya Eyda Remezanê ji bo ku ji daxwaza mişteriyan a zêde ya ji peqlewaya Entabê ku yekem xwarina mitbaxa Tirkiyeyê ye ku ji hêla Yekîtiya Ewropayê (YE) va hatiye tescîlkirin ra bigihînin, zêde dixebitin.
Li Gazîentaba ku di warê gastronomiyê da di nav "Tora Bajarên Afirîner" ya UNESCOyê da cih digire, ji ber ku ji Eyda Remezanê ra hindik maye, çêkirin û kirîna peqlewaya Entabê jî zêde bû.
Hosteyên peqlewayê ji bo ku pê ra bigihînin zêde dixebitin.
Hin kargeh 24 saetan dixebitin ku ji sîparîşan ra bigihînin.
Bi firotina li ser înternetê va peqlewa hem ji gelek bajarên Tirkiyeyê û hem jî ji dervayî welêt ra tê şandin.
Cemîl Yalçinê qasî 15 salan e ku karê çêkirina peqlewayê dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li bajêr rojê 30 ton peqlewa tê çêkirin, lê di eydê da ev dibe du qat û digihêje 60-65 tonan.
Yalçin got divê welatî peqlewayên ku bi rûnê sade û bi fistiqa zêde va hatine çêkirin tercîh bikin.
Burhan Çagdaşê ku peqlewaçêker e jî got ji ber ku ji eydê ra hindik maye daxwaza mişteriyan jî zêde bûye û ew dixebitin ku pê ra bigihînin.
Çagdaş anî ziman ku kargeha wan 24 saetan dixebite, ji ber vê jî wan xebatkarên din jî hildane kar ku ew jî bixebitin.
Çagdaş got ew dixwazin vê tehma Entabê bigihînin li ber destê her kesî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
