Jiyan

Ji berfê ekîba folklorê çêkir

Faruk Kara  | 13.01.2026 - Rojanekırın : 13.01.2026
Ji berfê ekîba folklorê çêkir Faruk Kara

Sivas

SÎVAS (AA) - Li Suşehriya navçeya Sîvasê welatiyekî bi ji berfê ekîba folklorê çêkir.

Yunus Sezerê ku di Tesîsên Civakî yên Şaredariya Suşehriyê da wekî aşpêj dixebite û di heman demê da mamostetiya folklorê dike, li navçeyê ji berfê ekîba folklorê çêkir.

Ekîba ku Sezer çêkir, ji 7 kesan pêk tê. Sezer kum da serê berfemêran û egal da navtenga wan.

Sezer got ku wî bi alîkariya hevalên xwe va ekîba folklorê nêzî 4 saetan da çêkir û wiha axivî, "Min par jî bi heman awayî ji berfê ekîba lîstikên gelêrî çêkiribû. Rind çêbû, bala welatiyan dikişîne."

Hin welatiyan bi ekîba folklorê ya ji berfê hatiye çêkirin ra wêne dan kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.