Li bajêr germahî bi şev heta 25 pileyan dikeve bin sifrê, ji ber vê yekê welatiyên ku dixwazin xwe ji hewaya sar biparêzin serî li ûsulên balkêş didin.
Welatiyên ku di apartmenekî 4 qatî ya li Taxa Karşiyakayê dijîn, apartamana ku suwax û îzolasyona wê ya germbûnê tune, bi nayolnê pêçan da ku xwe ji sermayê biparêzin.
Welatiyên ku dibînin avahî bi naylonê hatiye pêçan mat dimînin. Ji niştecihên apartmanê Haşîm Arme diyar kir ku ji bo xwe ji sermê biparêzin û sotemeniyê zêde bi kar neynên tiştek wiha kirin.