Jiyan

Ji ber hêlînên leglegan li Mûşê temîrkirina stûnên ceyranê hat taloqkirin

Sabri Yıldırım  | 17.09.2021 - Rojanekırın : 19.09.2021
Ji ber hêlînên leglegan li Mûşê temîrkirina stûnên ceyranê hat taloqkirin Sabri Yıldırım - AA

Muş

 Ekîbên Belavkirina Ceyranê ya Vangoluyê (VEDAŞ) li Korkuta navçeya Mûşê ji bo ku hêlînên leglegan xera nebin li hin herêman guherandina stûnên ceyranê taloq kirin.

Midûrê Bajêr ê VEDAŞê Suat Coşar daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew stûnên ceyranê yên ji ser wan vejenê neqlî gundan dikin nû dikin.

Coşar destnîşan kir ku li gelek gundan ew stûnan nû dikin û wiha pê da çû: "Ji bo parastina jiyana siruştî jî em hewl didin. Li ser stûnên ceyranê yên li gundên Guneyîk, Kapili û Alazliyê ku divê bên nûkirin leglegan hêlîn çêkirine. Me bi pisporên mijarê ra hevdîtin kir û gotin ku heke mudaxele li stûnan bibe dibe ku legleg çûçikên xwe biterikînin. Ji ber vê jî me biryar da ku heta bi firê bikevin em dest nadin stûnan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.