Ji ber germê û kêmasiya baranê ava Hewzeya Gola Wanê kêm bû
Ji ber hişkayiyê ava çem, bendav, gol û çavkaniyên li Hewzeya Gola Wanê ziwa dibe.

Van
Ji ber germê û kêmasiya baranê hişkayî çêbû û ava Hewzeya Gola Wanê kêm bû.
Ji ber hişkayiyê ava çem, bendav, gol û çavkaniyên li Hewzeya Gola Wanê ziwa dibe.
Li peravên Gola Wanê yên li navçeyên Gewaş, Edremîd, Erdîş û Muradiyeyê av vekişiya û li mavçeya Ozalpê Gola Akgol û Gola Tuzê bi temamî ziwa bûne.
Hîndekarê Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li seranserê dinyayê guherîna avûhewayê heye.
Prof. Dr. Faruk Alaeddînoglu destnîşan kir bandora guherîna avûhewayê her diçe zêde dibe û got ku ji ber vê jî ava çem, bendav, gol û çavkaniyên li Hewzeya Gola Wanê ziwa dibe.