Abdullah Tel
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2019
ARDAHAN
Li Erdexanê ji ber berfa zêde barîbû banê xaniyekî tep bû û ji kesên di malê da bûn kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn
Li gundê Çetînsuya ser navenda bajêr xaniyê Eflat Tuter ji ber berfa zêde ya ku li ser kom bûbû, tep bû.
Di bin xopana xanî da Bîlgeyîz Sancar (64) a qîza Eflat Tuter mir û Eflat Tuter û xanima wî Kirmisiye Tuter jî birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê kal û pîrên birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Waliyê Erdexanê Mustafa Masatli li cihê bûyerê lêkolîn kir û paşê derbasî nexweşxaneyê bû û pirsa birîndaran kir.
Walî piştî ziyaretê daxuyanî da û got ku ji bo malbatê alîkariya hewce dike wê bê kirin û ji wan ra xaniyekî nû bê avakirin.