Jiyan

Ji bajarên rojhilat ber bi bajarên rojava sewqiyata heywanên ji bo qurbanê dewam dike

Sabri Yıldırım  | 21.05.2025 - Rojanekırın : 21.05.2025
Ji bajarên rojhilat ber bi bajarên rojava sewqiyata heywanên ji bo qurbanê dewam dike

Muş

 Li Mûşa ku yek ji navendên giring ên Tirkiyeyê yên heywandariyê ye, bi boneya nêzîkbûna Eyda Qurbanê, ber bi bajarên rojava va sewqiyata heywanên ji bo qurbanê tê kirin.

Li bajêr heywanên ku di axuran da hatin xwedîkirin bi nêzîkbûna eydê va li TIR û qemmyonan bar dikin û ber bi bajarên mezin va dişînin.

Cotkar Erdal Yalvarici ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan sewqiyata ewil îro bo Stenbolê kir.

Yalvarici got ku Mûş di qada heywandariyê da navendeke giring e û wiha dewam kir, "Ez her sal bi qasî 250 serî heywanî dişînim Stenbolê. Kîloya heywanên me di navbera 400 û 750î da diguhere. Em bihayê heywanan li gorî kîloyê diyar dikin. Îro me 30 heywan li TIRê bar kir û şand. Emê 250 heywanên din jî bişînin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın