Hişkahiya li welêt tesîr li ser çêkirina qaşarê Qersê yê bitescîl jî kir
Kars
Li Qersê ji ber hişkahiyê çêkirina penêrê qaşar ê bitescîl kêm bû.
Rêncber ji derbiharê pê va heywanên xwe li zozanên ku bilindahiya wan di navbera 2 hezar û 500 û 3 hezar raqimî da ye, diçêrînin û ji çêlekan şîrê siruştî didoşin.
Şîrê ku ji çêlekên zavot û montofon tê dotin, ji zozanê dişînin mandireyan penêr were çêkirin.
Îsal ji ber ku li tevahiya welêt hişkahî heye, çêreya zozanan jî têra xwe hêşîn nebû û rêncberên herêmê jî têra xwe ji çêlekan şîr nedotin.
Ji ber ku çêre kêm bû heywanan têr nexwar, li bajêr xêr û bereketa şîr kêm bû û çêkirina qaşarê Qersê yê ku îşareta coxrafî danê, kêm bû.
Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya Yekîtiya Odeyên Ziraetê ya Tirkiyeyê (TZOB) û Berpirsê Herêma Rojhilatê Anadoluyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, hişkahiya ku îsal li tevahiya welêt rû da, tesîr li ser Qersê jî kir.
Ertaş daxuyand ku hem hilberîna berên nebatî hem ya berên heywanî pir kêm bû û wiha dewam kir:
"Ji ber ku hişkahî hebû, çêre hêşîn nebû û heywanên me têr nebûn, loma jî şîrê wan kêm bû. Ji ber kêmbûna şîr jî qaşar, gravyer, cureyên penêr û rûnê nivîşk kêm bû. Ji ber vê rêncber îsal tengasiyeke mezin dikişînin. Ji ber ku çêreya zozanan hişk bû, heywan niha di tewleyan da gîha, alif û êm dixwin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.