Hirçên boz ên li Kalderaya Nemrûdê bala ziyaretvanan dikşîne

Bitlis
Hirçên boz ên li Kalderaya Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bidlîsê bala kesên ku herêmê ziyaret dikin, dikşîne.
Kalderaya Nemrûdê ya ku di çarçoveya Projeya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî da "Xelata Bêkêmasîtiyê" hilda ya raqima wê 2 hezar û 500 e bi xweşikahiyên xwe yên tebiî va bala ziyaretvanên herêmî û biyanî dikşîne.
Kesên ji bo gerê tên Kalderaya Nemrûdê ya ku duyemîn gola kraterê ya herî mezin a dinyayê lê ye rastî hirçên boz ên li herêmê tên.
Ziyaretvan i têlefonên xwe yên bêrikê wêne û dîmenên hirçên boz dikşînin û her wiha bi xwarinên li ba xwe dibin hirçan xwedî dikin.
Hîndekarê Dr. Cîhan Onenê li Zanîngeha Bidlîs Erenê peywirdar e yê ku çendî sal e li herêmê çavdêriya tebîetê dike diyar kir ku li herêmên li kalderayê mirov lê zêde ne çavdêriya biqasî 10 hirçan kiriye.
Onen qal kir ku li herêmê hirç, gur û beraz hene lêbelê populasyona hirçan zêde bûye û wiha axivî:
"Turîstên herêmî û biyanî eleqeyê nîşanî hirçan didin lêbelê xetere ye ku nêzî wan bibin û bi destê xwe xwarinê bidin wan. Divê ji hiraçn dûr bisekinin. Hirçên têjikê wan hene dema tehdîdê hîs dikin êrîş dikin. Ji ber vê divê bala xwe bidin tabelayên hişyariyê û hişyariyên rayedaran."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.