Hilpaskbûna li Çiyayê Sîpanê di nava kulîlkan da dest pê dike, li ser tepa çiyê di nava berfê da bi dawî dibe

Ağrı
Çiyayê Sîpanê di nava sînorên Agirî, Bidlîs û Mûşê da cih digire û bilindahiya wê 4 hezar û 58 mêtre ye. Çiyagerên ku dertên tepa çiyê, rêwîtiya wan di nava kulîlkan da dest pê dike û di nava berfê da kuta dibe.
Sîpan li Tirkiyeyê çiyayê herî bilind ê sêyemîn e û di tu demsalê da ji çiyager û siruşthezan xalî nabe.
Piraniya salê tepa çiyê di binê berfê da ye û havînê wexta ku hewa germ dibe, ji herêmên cuda yên welêt çiyager berê xwe didin tepa çiyê.
Bi pêşengiya çiyagerên Kulûba Çiyagerî û Werzişên Siruştê ya Agiriyê (ADAK) gelek siruşthez ji Patnosa navçeya Agiriyê û Elcewaza navçeya Bidlîsê bi rê ketin ku hilpaskî serê çiyê bibin. Çiyager û siruşthez piştî ku gihîştin herêma şiverêyan, çadirên xwe yên kampê vegirtin û demekê veleziyan, westa xwe danîn da ku hilpaskî çiyê bibin.
Çiyager û siruşthez ji bo ku di germê da nemînin, nîvê şevê di binê tavehîvê da dest bi hilpaskbûnê kir û tava sibê temaşe kir û nêzî danê nîvro xwe dane tepê.
Çiyager ji şiverêyan ra hilpask bûn, carinan rastî keviran hatin û ji nava kulîlkên rengîn ra di 9 saetan da xwe dan lûtkeya çiyê.
Çiyageran li lûtkeya çiyê geriyan, navê xwe di deftera bîrdariyê da nivîsîn û paşê peya bûn.
Ji çiyageran Emre Yildiz diyar kir ku ew cara ewil hilpaskî Çiyayê Sîpanê bû û nîvê havînê meşa li ser berfa lûtkeya çiyê xweş e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.