Jiyan

Hezjêkerên paraşûta palê li perê esmanên Çiyayê Cûdiyê xwe berdan xwarê

Mehmet Demirhan  | 27.11.2025 - Rojanekırın : 27.11.2025
Hezjêkerên paraşûta palê li perê esmanên Çiyayê Cûdiyê xwe berdan xwarê Mehmet Demirhan

Şırnak

 Li Şirnexê pîlotên paraşûta palê li Çiyayê Cûdiyê hatin cem hev û bi firîna li perê esman kelecanî bûn.

Ji hêla Kuluba Paraşûta Palê û Werzişên Siruştî ya Şirnexê li herêma Sefîneyê ya Çiyayê Cûdiyê çalakiya paraşûta palê hat lidarxistin.

Li vir 6 pîlotên paraşûtê yên amadekariyên xwe kuta kirin, bi dorê ber bi perê esmanan firiyan.

Werzişvanên li perê esmanê Çiyayê Cûdiyê firiyan, Şirnex, Sîlopî, Cizîr û her wiha aliyê din ê sînorê Iraq û Sûriyeyê ji jor va temaşe kirin.

Paraşûtvanan pişt ra li Sîlopiyê li cihê diyarkirî danîn.

Beşdarê çalakiyê Çaglar Partalê Qaymeqamê Sîlopiyê di daxuyaniya xwe da qala giringiya Çiyayê Cûdiyê ya bo herêmê kir.

Osman Ograkê Serokê Kulubê jî bal kişand ku Çiyayê Cûdiyê ji bo paraşûta palê cihekî pir guncav e û wiha got, "Kapasîteya me heye ku em pêşbirkên neteweyî û navneteweyî biezimînin. Di ser standardên Tirkiyeyê da gir û pîstekî me heye."

Murat Bilenê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê û werzişvan beşdarî çalakiyê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın