Önder Beyter
02 Sibat 2021•Rojanekirin: 05 Sibat 2021
Li Mûşa ku yek ji navendên sereke yên heywandariya Tirkiyeyê ye, heywandar di zivistanan ku dijwar derbas dibe da alifê pez bi xizangên hespan tînin ser dirûngeyê.
Heywandarên ku debara malbata wan bi tenê bi xwedîkirina pez e tê, di mehên zivistanê ên dijwar da pir hesas miqatî heywanên xwe dibin û wan alif dikin.
Şêniyên gundê Dogancaya Vartoyê, ji ber ku lodên gihê bi qasî 2 kîlometreyan dûrî gund in, zivistanê alifê pez bi xizangên hespan ji ber van lodan dikişînin ser dirûngeyê.
- "Xwedîkirina heywanan zivistanê zehmettir e"
Heywandar Mehmet Can Aktaş diyar kir ku li gundê wan bi qasî 3 hezar serî pez heye.
Aktaş bal kişand ku zivistanê xwedîkirina pez hîn zehmettir e û wiha dewam kir, "Zivistanê heger hesp nebin, em ê zehf tengasiyê bikişînin. Lewra em alifê pez bi xizeka hespan dikişînin. Her wisa germahiya hewayê nîvê şevê dadikeve 30 pileyên binê sifirê. Ji ber vê çendê jî qanalên avê yên ku pez jê avê vedixwe, diqerimin. Em cemedê dişikênin û heywan wisa avê vedixwin. Zivistanê jiyan dijwar e."