Jiyan

Heywandarê Qersî berxa miya li çolê za bi bîskîleta xwe bir malê

Hüseyin Demirci  | 04.05.2021 - Rojanekırın : 07.05.2021
Heywandarê Qersî berxa miya li çolê za bi bîskîleta xwe bir malê

Kars

Ahmet Saritaşê heywandar ê ji Sariqamîşa navçeya Qersê berxa xwe ya li çolê hat dinyayê li terkiya bîskîleta xwe kir bir malê da ku baş xweyî bike.

Zozan û mereyên li bajêr bi hatina biharê bi pez û dewaran şên bûn. Heywandar ji bo berxên li çolê tên dinyayê serma nekin hewleke mezin didin.

Saritaşê heywandar ji bo berxa xwe ya navê wê danî "Kardelen" mihefeze bike xisteke selika li terkiya bîskîleta xwe û dîmenên rengîn derketin holê.

Saritaşê heywandar got li texma Taşkiranê pezê xwe diçêrand û miyeka wî za.

Sarîtaş diyar kir ji ber ku herêm rast û duz e bi bîskîletê diçe û tê û wiha axivî: "Ji bo baş mihefeze bikim min berxa me ya Kardelen li selika li terkiya bîskîletê siyar kir û wisa dibim malê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın