Jiyan

Heywandar ji bo ku hênik bibin pezê xwe didin ber ava sûlavê

İsmail Şen, Pirhasan Doğan  | 28.07.2021 - Rojanekırın : 02.08.2021
Heywandar ji bo ku hênik bibin pezê xwe didin ber ava sûlavê

Elazig

 Li Kebana navçeya Elezîzê heywandar, pezê xwe yê ku ji germa havînê aciz bûne, didin ber ava sûlavê da ku hênik bibin.

Li bajêr germahiya hewayê ya ku car caran ji asta asayî ya demsalê dibore, mîna însanan heywanan jî aciz dike.

Heywandarên ji gundê Akçatepeya navçeya Kebanê, piştî rêwîtiyeke dijwar a çiya, heywanên xwe dibin sûlavê û dişon.

Heywandar birên xwe yên pez di sûlavê da dişon ku 10 kîlometre dûrî gund e û ji 7 metre bilindahiyê tê xwarê. Her wisa di kêliyên şûştina pez da dîmenên cuda derdikevin holê.

Heywandar Saîm Firat ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, îsal ji ber germa havînê heywan pir aciz dibin û carinan jî nexweş dikevin.

Firat diyar kir, lewma jî ew heywanan dibin sûlavê da ku bi şûştinê hênik bin û bi xwe va werin.

Firat wiha axivî, "Em heywanan tînin sûlavê û dişon. Hem ji bo tenduristiya wan pir baş e û hem jî hênik û sivik dibin."

Fethî Ak jî bal kişand ku di kelekela germa havînê da bi qasî însanan pêwîstiya heywanan jî bi hênikbûnê heye û wiha dewam kir:

"Li herêma me kevneşopiya şûştina heywanan a di sûlavê da heye. Îsal ji ber germ û hişkahiyê heywan bêtir qirêj bûn. Bi vê şûştinê heywan hem paqij dibin û hem jî sivik."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.