Hespên şampiyon ên Rojhilatê gava seqet dibin li Diyarbekirê tên tedawîkirin

Diyarbakir
Ji bo hespên şampiyon ên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li "Nexweşxaneya Hespan a TJKyê" ya li Hîpodroma Diyarbekirê xizmeta tenduristiyê tê pêşkêşkirin.
Li Hîpodroma Diyarbekirê ya ku hîpodroma herî mezin a Tirkiyeyê ye, kelecaniya pêşbaziya hespan ji sala 2009an a ku pêşbaziyên ewil ên fermî dest pê kirin û vir va didome.
Li hîpodroma li navçeya Çinarê ya 22 kîlometre dûrî navendê ye, li Nexweşxaneya Hespan a TJKyê ya ku di bin sîwana Kuluba Jokeyê ya Tirkiyeyê (TJK) da ava bûye, hespên resen ên Îngiliz û Ereb ên ji bajêr û yên ji parêzgehên herêmê ji kontrola tenduristiyê ra derbas dibin û her wiha tên tedawîkirin.
Ji xeynî kontrola rûtîn, li nexweşxaneyê midaxele li hespên ku nexweş dikevin û yên ku di pêşbaziyan da birîndar û seqet dibin, tê kirin. Bi vî awayî dema hesp nexweş an jî birîndar dibin, pêwîst nake ku êdî bo Enqereyê yan jî Stenbolê bên veguhestin.
Di nexweşxaneyê da beşên midaxaleya acil, rontgen, konsultasyon, ultrason, radyolojî, beşa hespên ku nexweşiya wan giran e, odeyên hişyarkirinê, depoya dermanan, eczane û laboratuvar hene û rojane nîvendî 100 hesp tên kontrolkirin û tedawîkirin.
Serhekîmê Nexweşxaneya Hespan a TJKyê Yunus Çelîk ji nûçegihanê AAyê ra got ku di Hîpodroma Diyarbekirê da ku 456 tewle hene, 300 hesp hene.
Çelîk destnîşan kir, nexweşxane tenê ji hespên hîpodromê ra xizmet nake, hespên ku ji bajarên derdorê tên û di TJKyê da qeydkirî ne jî tedawî dike û nexweşxane şev û roj vekirî ye.
Çelîk daxuyand ku di nava 10 mehên îsal da 8 hezar hesp hatin mianekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.