Jiyan

Herêma Çiyayê Tendurekê ya ji terorîstan hat paqijkirin êdî dê xizmeta turîzmê bike

Özkan Bilgin  | 18.08.2022 - Rojanekırın : 21.08.2022
Herêma Çiyayê Tendurekê ya ji terorîstan hat paqijkirin êdî dê xizmeta turîzmê bike

Van

 Li Wanê herêma Çiyayê Tendurekê yê bi operasyonên serkeftî va ji mensûbên rêxistina terorê PKKyê hat paqijkirin, bi bedewiyên xwe yên xwezayî va dê çiyager û xwezahezan biezimîne.

Cotê çiyayên volkanîk ên Tendurekê yê mezin (3 hezar û 533 metre) û yê piçûk (3 hezar û 291 metre) ku dikevin navbera Bazîda Agiriyê û Çaldirana Wanê, bi saya têkoşîna hêzên ewlekariyê ji terorê hat paqijkirin.

Ji bo ku herêm bibe herêmeke ewle, yekîneyên cendirmeyê û yên hidûd, komando, hêzên ewlekariyê û gundparêzan 7 roj 24 saet peywir kirin.

Fermandariya Cendirmeya Parêzgeha Wanê û ya Agiriyê, Midûriyeta Ewlekariya Parêzgeha Wanê û ya Agiriyê bi beşdariya ÎHA û SÎHAyan operayona "Eren Abluka-32 Çawişê Pispor ê Cendirme Mustafa Yildiz 2022-217" hat destpêkirin.

Hêzên ewlekariyê li hêla Agiriyê di 13ê Tebaxê da 1 kuştî 2 sax 3 terorîst berteref kirin, li hêla Wanê jî di 16ê Tebaxê da 2 terorîst berteref kirin. Hêzên ewlekariyê bi vî awayî herêm ji terorê paqij kirin.

Bi saya têkoşîna hêzên ewlekariyê ya dijî terorê alaya Tirk li serê Çiyayê Tendurekê hat çikandin.

Her wisa xebat hatin destpêkirin da ku gola krater û bedewiyên xwezayî yên din ên li serê çiya yên ku bi salan e ji çavan dûr in, di çarçoveya turîzmê da sûd jê were sitandin.

Di vê çarçoveyê da li serê çiya baregeh hat avakirin û 12 kîlometre rêyek hat çêkirin. Bi vê xebatê va wesayît êdî dikarin bi hêsanî heta serê çiya biçin.

Herêma Tendurekê, kraterên li ser û her wiha bedewiyên xwezayî ji hêla Ajansa Anadoluyê hatin kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın