Jiyan

Herdu têjikên roviyan yên bêmakê ku navê wan Dicle û Ferat e tên xwedîkirin

Bestami Bodruk  | 09.05.2024 - Rojanekırın : 15.05.2024
Herdu têjikên roviyan yên bêmakê ku navê wan Dicle û Ferat e tên xwedîkirin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê 2 têjikên roviyan yên bêmakê sorik û xwendekarên beşa beytariyê navê Dicle û Feratê li wan kirin li Navenda Rehabîlitasyon û Rizgarkirina Ajelên Kovî ya Dicleyê tên xwedîkirin.

Navenda Rehabîlitasyon û Rizgarkirina Ajelên Kovî ya Dicleyê ku Rêveberiya Giştî ya Parastina Siruştê (DKMP) ya ser bi Wezareta Çandinî û Daristana digel Zanîngeha Dicleyê (ZD) li bajêr bi hevkarî ava kirin, ji ajelên kovî yên xwedan pêwîstî ra dibe penageh.

Bi dehan cureyên ajelan ku li jîngeha xwe ya siruştî birîndar dibin, bi jehrî dikevin yn jî pêwistiya wan bi alîkariye dibe tînin Navenda Rehabîlitasyon û Rizgarkirina Ajelên Kovî ya Dicleyê.

Du têjikên roviyan yên sorik ku makên wan wesayit li wan qelibîbû ew kuştibûn ji Sêwasê û devera Qerejdaxê ya Diyarbekirê anîn navendê radestî beytaran hatin kirin.

Xwendekarên Fakulteya Beytariyê ya Zanîngeha Dicleyê, ji wan têjikên ku hildan bin parastinê navê yekê danîn "Dicle" û yê din jî "Ferat".

Çêlikên roviyan li navendê bi şiringeyê şîr didin û wan bi kezebê xwedî dikin.

Hat ragihandin piştî 3-4 mehan dema têjik mezin bibin û bi ser xwe va werin ewê wan berdin siruştê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın