Herêma ku turîzmê bi xwarinên xwe geş dike: Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê

Gaziantep
Piştî tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) rewşa asayîbûnê dest pê kir turîzma li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê berê berê geş dibe û herêm bi xwarin û siferaya xwe ya dewlemend li benda ziyaretvanan e.
Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ji xeynî dîroka xwe ya qedîm, nirxên xwe yên çandî û turîzma xwe ya nûjen bi tehmên xwe jî bala turîstan dikişîne.
- Paytextê tehmên xweş: Gazîentab
Gazîentaba ku UNESCOyê di warê gastronomiyê da wê tevlî "Tora Bajarên Afirîner" kiriye li herêmê bajarê ewil e ku eleqeyê dibîne.
Li bajarê ku gelek qadên turîst hene bi destpêka rojê ra "beyran"a li ser agir çêdibe û gelek feydeyên wê hene tê xwarin.
Turîstên ji bona gerê tên bajêr ji xeynî geşta li ciyên dîrokî û çandî li tehma gelek kebaban dinihêrin ku ji bacanên reş, pîvaz, sîr û gelek tiştan çêdibin.
Qetmera ji fistiqê Entabê û tû çêdibe jî gelek tê xwarin û turîst li tehma peqlewayê Entabê jî dinihêrin.
Turîst li bajêr li tehma qehweya menengîçê dinihêrin ku herî zêde li Şanliurfa û Gazîentabê tê vexwarin.
- Li ser xeta sînor tehmeke cuda
Li Kilîsa ku li ser xeta sînor e tehmên balkêş hene ku turîst eleqeyê nîşan didin.
Kilîsa ku bajarê herî biçûk yê Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ye ji xeynî taweya Kilisê têlqedeyîf û şîraniya jê ra dibêjin "heriya cinetê" heye ku ji şekir, fistiqê Entabê û toyê mas tê çêkirin.
- Bajarê ku dîrok û xwarinên xwe yên curbecur xarman dike: Şanliurfa
Şanliurfaya ku li mekanên li Girê Mirazan, Xelfetî û Gola Masiyan gelek turîstan diezimîne bi xwarinên xwe yên qedimî derdikeve pêş. Li bajêr turîst ji xeynî çîk, cîger, tirît û boranê li tehma şîraniya "şilik"ê jî mêze dikin.
- Beriya gera Nemrudê kifteyên çîk
Li Adiyemanê jî wekî tehmeke cuda çîk balê dikişîne.
Turîst ji bo dîtina Çiyayê Nemrûdê û Pireya Bajarê Antîk tên Adiyemanê. Li Adiyemanê çîkan wekî Şanliurfa û Diyarbekirê çênakin, bêyî goşt çêdikin.
Xêncî çîka tescîlkirî ya bê goşt li bajêr kibaba Abuzer (xitaba qelî) jî tê çêkirin û îkramî mêvanan dikin.
- Xeta Diyarbekir-Mêrdîn-Sêrtê
Kesên Diyarbekira ji gelek şaristaniyan ra malxwedîtî kiriye ziyaret dikin jî li ber tehmên herêmê şaş û metel dimînin. Ziyaretvan îmkanê dibînin li bajêr tolmeyên parxanan, kibaba cegerê, meftune, kiftê tijîkirî, tolmên bi goş bû bê goşt dixwin.
Li bajêr kibabfiroş beriya derketina rojê mangalên xwe dadidin, amadehiyan dikin ku ji mişteriyên xwe ra kibaba cegerê çêbikin. Kesên tên ziyareta bajêr nîvro û êvarê jî cegerê dixwin.
- Eleqeyê nîşanî qedayîfê didin
Li Diyarbekirê qedayîfa bi fistiq, guz, to, penêr, pêçayî, duz, şivkî çêdikin û qedayîf di heman damê da hatiye tescîlkirin.
Qedayîfa li ser ocaxan tê sorkirin û piştî şerbetkirinê tê firotin ji ziyaretvanan eleqeyeke mezin dibîne.
Li Mêrdînê li qonaxên dîrokî muzîka Reyhanî tê lêxistin û ziyaretvana dikarin li van deran tehmên aşpêziya herêmî tehm bikin. Li bajêr sembusek, kiftê tijîkirî, kîbe, bimbar, parxan û nanê bi goşt û hewleya penêr tên çêkirin.
Dema li kuçe, kolan û bazarên Mêrdînê digerin dikarin dexl û denê herêmî bistînin, baharatan, şekirê behîvan, zîvê telkarî, amûrên ji sifir, nanê tendurê yê hişkkirî bikirin.
Mêrdîn bi mîmarî, dîrok, çand û civaka xwe ya rengîn va balê dikişîne. Turîstên li "Mêrdîna Kevn" a qada sîtê digerin dikarin kibaba ji goştê golik û berxan tê çêkirin tehm bikin.
- Tehma ji xewê radike
Kesên Sêrtê ziyaret dikin dikarin li tehma fistiqê Sêrtê, hingivê Perwariyê, birincê perde û biryanê mêze bikin.
Dikarin bi kibaba biryanê ya ji goştê berxan tê kirin û ber destê sibê dest bi firotinê dikin ji ber vê jî jê ra dibêjin "tehma ji xewê radike" va dest bi rojê bikin.
Dema biryanê çêdikin goşt di tendurên kûrahiya wan 3 mêtre da tên dardakirin û pijandin. Biryan bi tehma xwe û aromaya xwe ya cuda va eleqeyê dibîne.